PeyamaKurd – Li ser pêkanîna lijneya Parlamentoya Iraqê ku pêkanîna wê lijneyê bo çareseriya pirsgirêka zeviyan li sînorê Kerkûk û derdora wê ye, Endamê Kurd ê Parlamentoya Iraqê diyar dike û dibêje, belge di destê me de heye ku ew erebên hawirde bi peymanên zeviyan ên sexte ve hatine û bi wê dixwazin bigêhin armanca xwe.
Li gor Parlamenterê Iraqê yê PDKê Nasir Herkî ji Basnewsê re daye zanîn:
‘’Eşkere ye ku hewldaneke nû ya Erebkirina navçeyên Kurdistanê, yên derveyî îdareya herêmê heye. Ev jî me rêgirî lê kiriye, heta ku lijneya Parlamentoyê bê avakirin bi serokatiya serokê lijneya asayîş û berevaniya Parlamentoya Iraqê û bi endamtiya çend parlamenteran ve. Herwiha ez jî endamê wê lijneyê me. Roja Duşemê, ango 28.12.2020ê yekem car, em ê serdana bajarê Kerkûkê bikin. Civînê li gel berpirsên saziyên ewlehiyê bikin û em ê pişt re serdana gundê Pelkane bikin, ku pirsgirêk li wê derê mezin e.’’
Nasir Herkî eşkere kiriye:
‘’Biryar e îro em li gel nûnerên cotkarên Daqûqê jî bicivin, bo ji nêzîk ve em bizanin pirsgirêkên li ser erd û zeviyên cotkarên li wê derê derketine çi ne? Kî xwedî erd e û ew kî ne ku bi zorê dixwazin erdan dagir bikin û pişt re li ser encamên serdana xwe jî em ê raportekê pêşkeş bikin bo serokatiya Parlamentoyê û Parlamento jî dê raportê pêşkeşî serokatiya Hikûmetê bike, ku çareseriyek bo wê pirsgirêkê bê danîn.’’
Herî dawî Nasir Herkî diyar kiriye:
‘‘Gelek belge hene di dest me de, ku xizmetê ji cotkarên Kurd ên navçeyê re dike û herwiha me lêkolîn kirine ku Erebên hawirde, sextekarî di nasnameya şaristanî de kirine û herwiha peymanên kiştûkalî yên sexte çêkirine û ew li gel me ne û li pêş lijneyê jî em ê hemûyan aşkera bikin, bo ku em bikarin raporteke temam amade bikin û em aliyê cîhbicîhkar nînin, lê em ê hewla xwe bidin ku pirsgirêk çareser bibe û pêdeçûna berdewam em ê bikin û hewl bidin bo mal bo xwediyê mal vegerînin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin