Esnafên Kurdên Îranê bi pirsgirêkên mezin ra rûbirû ne

Esnafên Kurdên Îranê bi pirsgirêkên mezin ra rûbirû ne

PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Tehranê Dr. Celal Celalî rexne li polîtîka hikûmetê ya li ser Kurdan girt û got ku baca bazirganiya ser sînor li ser herêmên ku Kurd lê dijîn tesîreke neyînî çêdike.

Ligor agahiyên ji Celaliyê akademîsyen û parlamenterê Senendecê yê berê hat bidestxistin, sekinandina bazirganiya baholan ya ku li ser sînor dihat kirin wê di nav gel de bibe sedema pirsgirêkên civakî.

Celalî li ser nameya parlamenterên Kurd ên ku ji bo krîza herêmê ji Serokomar Hesen Rûhanî re nivîsîbûn axivî û wiha got:

"Herçiqas Mihafizên Şoreşê, hêzên ewlehiyê yên sînor û Wezareta Îdareya Gumruk û Bazirganiyê ji sînoran berpirsyar be jî, dibe ku ev name tesîrekê bike. Divê li herêmê çareseriyên mayînde bên dîtin. Hikûmet divê fabriqeyan veke û bêkariyê çareser bike. Hikûmet divê xerc û bacên bona derketina derva daxe û şibiya berê ji bo bazirganiya sînor rêyekê veke. Bi xêra vê miletê debara xwe bike."

Celalî got gelê ku li bajarên Bane, Serdeşt û Pîranşehra sînor dijîn li gor qanûnan dikarin bi bazirganiya baholan debara xwe bikin û wiha got: "Îro bihayê bacê derxistine 220 hezar tumenî (bi qasî 200 lireyî). Piştî vê zêdebûnê esnafên herêmê bi pirsgirêkên mezin ra rûbirû man."

- "Pirsgirêkên aboriyê di nav gel de dibin sedema bikaranîna hişbirê, koçberî û gendeliyê"

"Ciwanên me li saziyên dewletê nayên îstixdamkirin. Ev jî herêmê paşve dihêlê. Di salên dawî de nifûsekî bi qasî 100 hezar kesî ji eyaleta Kurdistanê koç kiriye û nifûsê herêmê daketiye. Di encamê de ev rewşa xirab li herêmê bûye sedema bikaranîna hişbirê, koçberî û gendeliyê. Ji ber rewşa aboriyê hin jin û mêran jî hevdu berdane, malbat belav bûne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin