Hêzên koalîsyonê 7 Hûsiyan kust

Hêzên koalîsyonê 7 Hûsiyan kust

PeyamaKurd- Li Yemenê hêzên koalisyona di bin serokatiya Erebistana Si’ûdî de, di êrîşên hewayî de 7 çekdarên Hûsiyan kuşt.

Li gor ragihandina navenda artêşa Yemenê ya fermî; hêzên hewayî yên koalîsyonê li navçeya Sarwah ya bi ser Maribê, li çeperên Hûsiyan xistine û di encamê de 7 kes hatine kuştin û birîndar hene. Jimara birîndaran ne diyar e.

Artêşa Yemenê piştî di demên dawiyê de, li navçeya Sadayê ku di destê Hûsiyan de ye, bipêşde çûye. Rêya navbera Erebistana Si’ûdiyê û Çiyayê Cebadi ya Sadayê xistiye destê xwe ku ew rê diçe deriyê Alebê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin