Washington Post: Divê Amerîka li Idlîbê rê nede krîzeke mirovî

Washington Post: Divê Amerîka li Idlîbê rê nede krîzeke mirovî

PeyamaKurd - Nivsîkarê rojnameya Washington Postê  David Ignatius ragihand, divê Amerîka operasyona  Rûsya û artêşa Sûriyê ya Idlibê asteng bike û rê li ber krîzeke mirovî bigire û divê Amerîka li Sûriyê çalaktir be.

David Ignatius di gotara xwe de radigihîne ku divê Amerîka li wê deverê roleke çalaktir bigire û dibêje: “Eger Amerîka bixwaze vegere lîstika Sûriyê divê li Idlibê pêşiya komkujiyekê bigire û proseya pêkvejiyanê bihêz bike.”

David Ignatius destwerdana Amerîka ya li Sûriyê weke 7 salan derengmayî û sînordar bi nav dike û dibêje rêveberiya Trump bê biryariya 18 mehan bi dawî kir û qebûl kir ku karê wan ê li Sûriyê ne tenê têkbirina DAIŞê ye.

Di wê nivîsê tê gotin berpirsekî Amerîkî diyar kiriye karê wan ew e heta devera ew dixwazin bibin alîkar bo derxistina nakokî û astengiyan li ber Rûsya û rejîma Sûriyê.

Tê îfade kirin, ku Amerîka dê di qanihkirina cîranên Sûriyê de hinek astengiyan bibîne û tê gotin, “Tirkiye mijareke hesas e. Têkiliyên Tirkiye û Ameîrkayê ji ber pastor Andrew Brunson xerabûne. Lê belê li qada Sûriyê hevkariya di navbera herdu welatan (rêkeftina Minbicê) li gor 6 meh berê gelek baş e.”

Herwiha tê gotin erkdarkirina James Jeffry weke bo koordînekirina karûbarên Sûriyê ku ew kes balyozê Tirkiye û Iraqê yê berê bû, nîşan dide ew polîtîkaya niha ji aliyê hikûmetê ve jî tê piştgirîkirin.

Idlib li bakûr-rojavayê Sûriyê cih digire û piştî ketina Heleb û Dera tekane devere ku ew rêxistinên cîhadîst lê kom bûne.

Tê ragihandin ku Artêşa Sûriyê dê bi piştevaniya Rûsya operasyonekê li dijî wê deverê bide destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin