Li sînorê Xaneqînê DAISê êrîsî Hesdî Seibî kir: Kustî û birîndar hene

Li sînorê Xaneqînê DAISê êrîsî Hesdî Seibî kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li sînorê bajarê Xaneqînê DAIŞê êrîşî çekdarên Heşdî Şeibiyê kir û di encamê de çekdarekî Heşdî Şeibiyê hate kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Basnewsê, şeva borî 30.03.2020ê li navçeya Neftxane ya ser bi Xaneqînê, rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî xaleke Heşdî Şeibiyê kir.

Herwiha hat diyarkirin, di encamê de çekdarekî Heşdî Şeibiyê yê bi navê Heyder Ebid Reza yê temen 23 salî hatiye kuştin û herwiha du çekdarên din ên Heşdî Şeibî yên bi navên Hesen Elî Raşid ê temen 22 salî û Kerar Hadî Hesen ê 22 salî jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin