Vê carê Rûsya lîmana Tartûsa Sûriyê bo 49 salan îcar dike

Vê carê Rûsya lîmana Tartûsa Sûriyê bo 49 salan îcar dike

PeyamaKurd- Ji xwe baregeha Lazkiyê ya Hmeymimê di destê Rûsya de ye û hemû tevgerên xwe ji wê derê dike. Bi sedan balafirên şer yên Rûsyayê li wê derê bicîhkirîne. Niha bo 49 salan lîmana Tartûs a Sûriyê îcar dike ku bajarekî temamê kolnsulxaneyên dewletan li wê derê ye.

Ragihandina mijarê ji aliyê cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yuriy Borisov de hat kirin û got di hefteya pêş de, lîmana Tartûsê bo 49 salan bi armanca ragihandin û aboriyê bo 49 salan wê bi kirê bê dayîn bo Rûsyayê.

Di sala 2017an de Rûsya û Sûriye bo fîloya deryayê ya Rûsyayê li Tatûsê bê bicîhkirin bo 49 salan peyman hatibû îmzekirin. Eger ev peyman jî bê îmzekirin heya 49 salan wê Tartûs di bin destê Rûsya de be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin