Li Kurdistanê 4 santralên din ên elektrîkê têne çalak kirin

Li Kurdistanê 4 santralên din ên elektrîkê têne çalak kirin

PeyamaKurd -  Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê ragihand ku ew hewl didin 4 santralên din yên elektirîkê çalak bikin.

Wezareta elektirîkê li ser rewşa elektirîkê ku di mehên havînê de kêm dibe ragihand, li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 350 mêgawat elektirîk tê çêkirin lê elektirîka pêwîst, 4 hezar û 500 mêgawat e, ji ber wê jî elektirîk kêm bûye.

Wezaretê da xuyakirin, ew elektirîka ku rojane tê dayîn 13 heta 15 demjimêran e û eşkere kir, ew hewl didin 4 santralên din yên elektirîkê aktîf bikin ku şiyana wan ya 400 mêgawatan heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin