Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da Demirtas bê tehliyekirin

Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da Demirtas bê tehliyekirin

PeyamaKurd – Parêzerê Selahattîn Demirtaş Ramazan Demir ragihand, di dozeke ku Demirtaş pê hatiye girtin de, dadgehê bi yekdengî biryara tehliyekirina wî da.

Parêzerê Demirtaş herwiha da zanîn, dadgehê ev biryar dema ku parêzer li daniştinê amade nebûn wergirt û ji ber ku ji dozeke din ji bo Demirtaş cezayê 4 sal û 8 mehan ê girtîgehê hatiye dayîn, niha nayê tehliyekirin.

Ji Demirtaş biryara DMMMe yê: Biryar da ku beşdarî dadgehkirina xwe nebe

Parlamentara HDPê û parêzer Meral Daniş Beştaş jî piştî biryarê ragihand ku ji ber dema li girtîgehê maye, dê serlêdan bo Dadgeha Destûrî bê kirin û pêwîste Demirtaş piştî vê biryarê bilez ji girtîgehê were berdan.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Edirne dimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin