Parlamentarên Kurd ji Serokwezîrê Iraqê soz standin

Parlamentarên Kurd ji Serokwezîrê Iraqê soz standin

PeyamaKurd - Nûnerên fraksiyonên partiyên Kurdistanî di Parlementoya Iraqê de, bi seroktiya Cîgirê Serokê Parlementoyê Beşîr Heddad ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiyan.

Cîgirê Serokê Parlementoyê Beşîr Heddad piştî civînê tevî fraksiyonên Kurdistanî civîneke rojnamevanî li dar xist.

Heddad got, pirsgîrekên di deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de, bi taybetî rewşa erebkirinê li nahiyeya Sergeran a girêdayî bajarokê Dubiz a Kerkûkê û gundê Pelkanê hatine axaftin û serokwezîr ji bo çareseriya pirsgîrêkan soz da ye.

Heddad herwiha anî ziman, parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rekan Cibûrî kiryarên neyasayî li Kerkûkê encam dide û hikumeta Iraqê divê sînorek ji van kiryarên Cibûrî re deyne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin