PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, ya 24ê Nîsanê ku bûyerên sala 1915an wekî ‘Komkujiya Ermenan’ bi destê tirkan pênaser kir, ji deshilatdarî û opozîsyona Tirkiyê gelek bertek hatin nîşandan.
Li ser wan bertekan Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqerê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê konsolxane û nûnertiyên Amerîkayê yên li bajarên Stenbol, Edene û Îzmirê wekî tedbîr ji 26ê Nîsanê Duşemê heta 27ê Nîsanê roja Sêşemê bên girtin.
Herwiha balyozxaneyê hişyarî daye hemwelatiyên amerîkî yên li Tirkiyê ku haya xwe ji xwe bikin û baldar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin