Trump: Ji ber sewba Korona, her diçe hêrsa min ji Çînê re zêdetir dibe

Trump: Ji ber sewba Korona, her diçe hêrsa min ji Çînê re zêdetir dibe

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump got, ji ber her ku bandora vîrusa Korona li dinyê zêdetir dibe, ji cihê destpêka şewbê Çînê, ‘’pirrtir hêrs dibe.’’

Donald Trump di Twitterê de parvekirinek kir û ragihand, ‘’ Tevî xesarên li Amerîka bûne, her ku şewba Korona rûyê xwe yê kirêt nîşan dide, hêrsa min ji Çînê re zêdetir dibe. Her kes ji vî tiştî haydar in, ez hest dikim’’

Serokê Amerîka di maweya şewba Korona de her tim Çîn, weke daneyên rast eşkere nake tawanbar kir û navê Covid19ê weke ‘‘Vîrusa Çînê’’ bi nav dikir.

Bi gelemperî, di dinyê de heta niha 10 milyon 79 kes bi Koronavîrusê ketin û ji 514 hezar kesan zêdetir jî can dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin