Rejîmê bi dehan gund xistin bin kontrola xwe

Rejîmê bi dehan gund xistin bin kontrola xwe

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya êrîşên balafirên Rûsî li Idlibê pêşveçûna xwe berdewam dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama operasyonên rejîmê yên bi ser komên çekdar de, bêhtirî 10 gund li dorûbera Idlibê hatine kontrolkirin.

Herwiha li gorî zanyariyan, hêzên rejîmê gihîştine xetên xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê jî, lê hîn ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyaniyek derbarê mijarê de nehatiye dayîn.

Li gorî ragihandina SOHRê di nav 24 saetên dawî de, herî kêm 462 êrîşên bejahî û hewayî li Idlibê hatine kirin ku bi sedan wesayîtên xelkê sivîl jî ber bi sînorên Tirkiyê ve bi rê ketine ku ji ber şer direvin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin