PeyamaKurd: Berya civîna G7an destpêbike, li bajarê Quebecê ya Kanadayê protesto destpêkirin. Bi hezaran gênc ketin kuçe û kolanan. Xwepêşandan bi giştî bi aramî tên kirin lê carna jî zêde diçin.
Di dinyayê de 7 dewletên mezin yên ku aborya dinyayê birêve dibin, ku bi navê G7 tên naskirin, îro li bajarê Quebecê, civîna xwe lidar dixin. Berya her civîna G7an, protesto destpêdikin û wan dewletên ku serpereştiya dinyayê dikin, tên protestokirin.
Di zîrweya G7an de, bo asayîşa civînê 10 hezar polîs hatine wezîfedarkirin. Ciyê ku wê civîn lê bêkirin, bi baryerên ji çîmento û hesin hatin dorpêçkirin. Di zîrweya G7an de, di dinyayê de dewletên ku aboriya wan herî başe, serokên wan dewletan, Yekîtiya Awrûpayê û rêxistinên bazirganî yên navdewletî tevli civînê dibin. Sekeretêrê Neteweyên Hevgirtî, OECD, IMF û Banka Dinyayê jî tevli civînê dibin.
Damezrênerên G7an Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîka ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin