PeyamaKurd - Piştî daxwaza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwetibû dadgeheke navdewletî ji bo darizandina terorîstên DAIŞê were avakirin, îro paytexta Swêd Stockholmê civîneke navdewletî tê lidarxistin.
Li gorî zanyariyan dê li civîna peytexta Swêd Stockholmê ya îro avakirina dadgeheke navdewletî ji bo terorîstên DAIŞê bê nîqaşkirin ku heta niha jî gelek welatên Ewropî naxwazin hemwelatiyên xwe yên DAIŞê yên di destê Kurdan de girtî ne werbigirin.
Wezîrê Karê Hûndir ê Swêdê berî demekê gotibû ya baş ew e ku dadgeheke navdewletî li Rojhilata Navîn çêbibe.
Hikumta Nemsa, Almanya û Fransa jî piştgiriyê didin dadgeheke navdewletî ya li Rojhilata Navîn.
Hêjayî gotinê ye, bi hezaran terorîstên DAIŞê yên ji bêhtirî 45 welatan di girtîgehên rêveberiya xweser de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin