PeyamaKurd - Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Kongra Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê civînek lidar xistin.
Piştî civînê daxuyaniya li ser navê HDP, HDK û KCDê ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ve hat xwendin û bang li AKP û CHPê hat kirin, li şûna polîtîkayên şer polîtîkayên aştiyê û aqilê hevpar biafirînin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan 7 xalên ku Birêz Ocalan eşkere kiribûn pir girîng in. Ji bo vê yekê jî girîng e ku parêzer û bi Ocalan re hevdîtinê bikin."
Di civîna navborî de biryar hatiye standin ku bang li AKP û CHP'ê bikin û peyamên siyasî û çareseriyê bidin wan û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û û sivîl, hemû cemaweriya Tirkiye bikin ku peyamên aştiyê û çareseriyê bidin wan û wan tev li vê pêvajoyê bikin.
Nûnerên KCD, HDK û HDPê ev daxuyanî di navbera roja duyemîn a 1emîn Konferansa Rêxistinkirinê ya HDPê de dan.
Hemû hevparên HDPê, li pêş Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û daxuyanî dan ku Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDKê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û nûnerên hemû hevparên wan amade bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Sezaî Temellî ve hat xwendin de, hat gotin: "Di van civînan de me tespît kir ku krîza aborî, siyasî û civakî ya Tirkiye her ku diçe kûr dibe û divê bi lez çareserî ji vê krîzê re bê dîtin. Di serî de Tirkiye û hemû welatên Rojhilata Navîn di pêvajoyeke pir krîtîk de derbas dibe. Di 4 salên dawî te rêveberiya otoriter û bê edalet her tişt xistiye bin destê xwe. Li pêş me 2 rê heye. Yek jê rêya kaos û şer e. Rêya dulemîn jî rêya aştiya demokratik û bi rûmet e. Rêya duyemîn jî wê civakek bêtir bi hêz bi xwe re bîne. Li dijî rêya kaos û şer pêdivî bi lihevkirina civakî û siyaseta demokratî û aştiyane heye. Ji bo vê yekê jî divê hemû derdorên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşeyî, sendîka û xwediyên wîcdan divê erk û berpirsiyariya dîrokî bidin ser milê xwe. Ji bo em aştiya civakî pêş bixin, divê em berpirsiyariyên xwe bi axivin. Divê em li gori hişmendiya muzakereyên demokratîk nêzî çareseriyê bibin. Ji bo vê yekê çi berpirsiyarî têkeve ser milê me em amade ne."
'AKP ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN E'
Temellî, bal kişand ser rola AKPê jî û wiha lê zêde kir: "Di çavkaniya van pirsgirêkan de AKP heye. Yekem muxatabê çareseriya pirsgirêkan AKP heye. Divê ev pirsgirêk bi rêya demokratîk û aqilê hevpar bê çareserkirin. Îktidara siyasî her dem polîtîkayên ku çareseriyê ava nakin pêş dixe. Em carek din diyar dikin ku emê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û Pirsgirêka Kurt çareser bibe, divê her kes erka xwe pêk bîne. Di serî de CHP û hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî, divê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Divê li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Me ji bo xwe muzakereya demokratîk û rêxistina aştiyê kiriye esas. Em bang li her kesî dikin ku siyaset azad pêş bikeve û li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqî gav bên avêtin. Em bawer dikin ku hemû gel, bawerî û kesên cuda dikarin di nava aştiyê de bi hevre li ser vê axê bijîn."
'JI BO ÇARESERIYÊ 7 XALÊN OCALAN...'
Temelî, anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin 7 xalên ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribûn girîng in û wiha pê de çû: "Divê gefên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilata Sûriye bi dawî bibin. Ji bo aştiya herêmê pêş bikeve ev gelek girîng e. Li ser vê axê tişta bê kirin ne tang, top û şer e. Divê bi aktêrên herêmê re muzakere bên kirin. Ji bo vê yekê jî 7 xalên ku Birêz Ocalan di 2'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir girîng in. Ev 7 xal ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek girîng e. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya herêmê pêş bikeve divê teqez parêzer bi Brêz Ocalan re hevdîtin bike. Bi rewşa dawî pêwistiya hevdîtina bi Ocalan re carek din derdikeve holê. Operasyonên derveyî sînor fêdeyê nadin tu kesî. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin her dem rageşiya di nava Kurdan de zêde dikin û li ser vê yekê xwe mezin dikin. Kurdan bi bedelên mezin destkefî bi dest xistine. Ji bo van destkeftiyan biparêzin girîng e ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin