PeyamaKurd- KDP.info ragihand ku serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Mesûr Barzanî û heyeta pêre, piştî konferansa ewlehiyê ya Munîn a Almanyayê derbasî welatê Îtalyayê bûye. Barzanî û heyeta pêre li Romayê bi serokwezîrê Îtalyayê bi Giuseppe Conte û rêvebirên dewleta Îtalyayê re di mijara terorê de axifînîne.
Di heyeta Kurdistanê de wezîrê avedankirin û niştecîbûnê Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher, Wezîrê Ewqaf û Karbarên Olî Piştîwan Sadiq û Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî hene. Di hevdîtinên bi şîrketên Îtalyayê re bo webirhênanê dayîn û sitendinan kirin
Paşî di bernama wan de seredana Papa yê alema Xirîstiyanan yê Vatîkanê heye. Bi Papa re behsa pêkvejiyana olan û etnîsîteyan bê çawa li herêma Kurdistanê bi hevre dijîn, dê bêkirin. Barzanî di mijara seredana Îtalyayê û Vatîkanê de weha gotiye:
“ Ligel qedasetî Papa behsa girîngiya pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna terorê dikin. Şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê gelek hewla daye bo pêşvebirina guftûgoya di navbera olan de û keşeke aram bo peyrewên tevahiya olan li Herêma Kurdistanê peyda kiriye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin