Serok Barzanî: Kêseyên xwe neyînin nav Kurdistanê

Serok Barzanî: Kêseyên xwe neyînin nav Kurdistanê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya destersebûna êrîşkarên bûyera Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û desxweşî li hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê kir. Serok Barzanî bang li her aliyekî jî (PKK-Tirkiye) kir ku kêşeyên xwe neyînin nava Herêma Kurdistanê. 

Serok Mesûd Barzanî îşev şemiyê 20-07- 2918an  bi minasebeta desteserkirina êrîşkarên xwaringeka Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Serok Barzanî di wê daxuyaniya xwe da aşkere kiriye ew dawa li her aliyekî dike ku kêşeyên xwe nînin nava Kurdistanê û nebine sedema ziyangiyandina xelkê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de Serok Barzanî dibêje: "Pir bi germî destxweşîyê li qehremanên Asayiş û Dijeterorê diki û hemû dezgeyên emnî yên Kurdistanê dikim ku karîne di demeka zû da tohmetbarab desteser bikin. Herwiha careke din jî îsbat kirine ku cihê bawerî û şanaziyê ne.”

Dije Terora  Herêma Kurdistanê doh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku tohmetbarê êrîşa Hewlêrê Mazlum Dag ji aliyê wan ve hatiye desteserkirin. 

17ê Tîrmehê, li xwaringeha bi navê HuQQabaz a Hewlêrê êrîşek pêk hatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye

Piştî kirdara terorîstiya roja çarşem 17.07.2019 ku li yek ji xwaringeheke Hewlêrê rûda û dîplomatkarekî Tirkiye û dû hemwelatiyên sîvîlê Kurdistanê bûne qurbanî, xweşbextane îro hêzên Asayîş û Dije Terorê Kurdistanê karîn encamderê serekiyê tawanê û hevkarekî wan destigîr bikin.

Gelek bi germî destixweşiyê li qehremanên Asayîş û Dije Teror û hemû dezgehên emniyên Kurdistanê dikim ku karîn bi zûtirîn dem tawanbaran destigîr bikin û wekî herdem selmandin ku cihê bawerî û şanaziyê ne.

Her wiha spas ji bo hemwelatiyên delal ku li vê demê de hevkar û piştevanê hêzên emniyan bûn. XElk û dezgehên emnî carekî din dane xûyakirin ku Kurdistan tu demekî nabê pêgeha terorê û tu tawanbarek jî, ji çavên xelkê dilsozê Kurdistanê û heloyên dezgehên emniyên Kurdistanê wenda nabê.

Her ji vir ve daxwaz ji hemû aliyek dikim kêşeyên xwe neyînin nav Kurdistanê û nebin sedema ziyan gihandina xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

20.07.2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin