Fransa | Seva sersalê 874 otomobîl hatin sewitandin

Fransa | Seva sersalê 874 otomobîl hatin sewitandin

PeyamaKurd – Wezîr Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin amarên bûyerên di pîrozbahiyên şeva sersalê de eşkere kir ku dîsa wekî kevneşopîya pîrozbahiyan bi sedan otomobîl hatine şewitandin.

Darmanin ragihand ku di dema pîrozbahiyên şeva sersalê de, 874 otomobîl hatine şewitandin û 381 kes jî hatine binçavkirin.

Herwiha Darmanin daye zanîn ku bûyerên pîrozbahiyên şeva sersalê li gorî sala borî kêm bûne û ev jî cihê kêfxweşiyê ye.

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Fransayê di sala 2019an de dema pîrozbahiyan hezar û 316 otomobîl hatibûn şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin