PeyamaKurd- Dadgeha bilind ya 16 emîn ya bi navê Yargıtayê ya Tirkiyê, di “rêxistina KCK ê ya di avakirina bajaran de”, cezayê ku dadgeha jêr ya Diyarbekirê bo parlementera HDP ê ya Hekkariyê Leyla Guven û parlementerê Diyarbekirê Musa Farisoğulları de dabû, tesdîq kir.
Cezayê ku dadgehên jêr dabûn parlementerê Wanê Tayip Temel û parlementerê Mêrdînê Pero Gundar ku ji “rêvebiriya rêxistinê” ceza dabûn wan, biryara dadgehê xerab bû. Biryara Leyla Guven û Musa Farisoğulları bi egera biryarê, biryar hat dayîn da bişînin bo serokatiye meclisa Ankarayê. Di heman dozê de parlementera Mêrdînê Ebru Hunay beraet bû.
Parlementerê berê Hatip Dicle û Kamuran Yüksek bi sedema endamtiya rêxistinê cezayên wan tesdîq bû. Bi temamî di dosya dozê de 154 gumnabar hebûn. Dadgeha Diyarbekirê bo 111 kesan ceza û bo 43 kesan biryara beraetê dabû. Doza KCK ê di sala 2010an de destpêkirbû û 7 sal dewam kiribû. Dadgeha jortir ya bajarê Entabê cezayê ku dadgeha Diyarbekirê di derbarê 89 kesan de dabû di c^h de dîbû û qebûl kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin