PeyamaKurd - Endamê Şandeya Danûstenina Herêma Kurdistanê Mihemed Îlxanî aşkere kir, Elawî biryar daye hemahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bike û bo diyarkirina wezîrên Herêma Kurdistanê û biryara dawî ya li ser wezîran di destê Herêma Kurdistanê da ye.
Li gorî nûçeya Basnewsê, Mihemed Îlxanî axivî û da ragihand: “Mihemed Elawî bi mercên Herêma Kurdistanê razî bûye. Biryar daye bo diyarkirina wezîran hemahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bike. Herwiha derbarê bûdçeya Herêma Kurdistanê û çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê kar bike.”
Herwiha Mihemed Îlxanî derbarê beşdariya Herêma Kurdistanê di kabîneya Mihemed Ellawî da got: “Biryara dawî di destê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê de ye û em ê di demeka nêzîk da biryara xwe ya dawî bidin. “
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin