Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde, ji Tirkîyê xwest ku leşkirên xwe zû ji Sûrîyê vekişîne û azî zimên ku Tirkîye derkektiye derveyî hiqûqa navnetewî.
Ann Lînde, bersiva pirsên çend wekîlên parlamentoya Swêdê da û got: „ Rewşa Rojava pir dramatîkî û şikdarî bi pêş ket. Tirkîye li hember hemû bertekên navnetewî hiqûqa navnetewî binpê kir û dest bi êrîşê kir. Aramîya herêmê kûrtir bû û gumana zindîbûna ÎŞÎDê geşû bû. “
Lînde, anî zimên ku piştî êrîşa Tirkîyê herî kêm 165 hezar kesî dev ji war û xaka xwe berdaye û got: „ Em bi nûnerên Kurd û dezgehên alîkarîyê re di têkilîyê de ne. Hikûmeta me gelek caran êrîşa Tirkîyê şermezar kir û daxwaz ji Tirkîyê kir ku êrîşên li dijî Kurd û Suryanîyan rawestîne. Pêwistîya me ne bi kûrkirina pevçûn û şer lê bi aştîyê heye. Desttêwerdana leşkirî li Sûrîyê nikare aştîyê pêk bîne. „
Lînd, di dawîyê de anî zimên ku Tirkîye di pêşîya çareserî û aramîya Sûrîyê de asteng e û divê Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan ji bo çareserîyekê hewlên xwe bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin