Îsraîl: “Em û Erdogan ji hev heznakin”

Îsraîl: “Em û Erdogan ji hev heznakin”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îsraîlê ragihand ku di meha hezîranê de, bo civîneka ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de hatibû amadekirin ku li Abû Dabiyê çêbû, di civînê de wezîr û rêvebirekî di asta bilind de, ji yên Emaratan hatiye cem hev. Katz, sedema nêzîkbûna bi welatên Kendavê re Recep Tayîp Erdoğan mînak nîşan da û îzah kir.

Katz, di mijara seredana bo Emaratan, agahî da komîta bergiriyê û têkiliyên karên derve ya parlementoya Îsraîlê (Knesset) ê. Di beşeka agahîdayîna bo komîtê, îzin dan rojnamevanan da herin salona civînê. Li gor ragihandina rojnama Jerusalem Postê; Katz, li ser pirsa sedema zêdekirina têkiliyan bi welatên Kendava Basrayê re weha got:

“Em ji Erdoğan heznakin û ew jî ji me heznake. Welatên Kendavê jî dibêjin îxwanên redîkal yên li Tirkiyê û Qatarê, herî kêm bi qederê Îranê tehdîdin û ji wan heznakin.”

Israel Katz, ragihand ku di navbera wan û Trikiyê de dijminahiyeka zelal heye lê bazirganiya navbera wan dewam dike. Katz got ku piştî şerê Sûriyê, rêya ku di ser lîmana Hayfa de diçe welatên Kendavê, bêhtir tê bikaranîn û di nava kesên ku di vê guzergahê de bazirganiyê dike, ji malbata Erdoğan çend kes hene. Katz tişteka dinê ya balkêş dibêje ku weha da zanîn:

“Di vê herêmê de welatên hem dost hem dijimin hene, di mijarekî de lihev nakin lê di mijareka dinê de dikarin bi hevre hevkarî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin