PeyamaKurd - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di derbarê desteserkirina hevserokên DEM Partiyê yên Wanê de got: “Divê ev hewldanên ne hiqûqî yên berdewamiya dijmintiya Kurdan in bi dawî bibin.”
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro polîsên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girtin û di nav de Hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Wanê gelek kes desteser kirin.
Tuncer Bakirhan îro li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşanî van serdegirtinên malan girtinên endamên DEM Partiyê da û got: "Em ê paş ve gav nehavêjin.
“Di dijmintiya Kurdan demildest bi dawî bibe”
Bakirhan got, “Doh hêrişa ku li ser avahiya me ya Wanê hat kirin, bi şev bi ser de girtinên malan berdewam kirin. Hevserokên me yên bajêr Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek hevalên me hatin desteserkirin.
Divê ev hewldanên ne hiqûqî yên bi jêbirina nivîsên Kurdî yên li cadeyan û nêçîra govendan dest pê kirin û berdewamiya dijmintiya Kurdan in demildest bi dawî bibin.
Divê hevalên bên berdan. Em vê zîhniyeta faşîst bi ti awayî qebûl nakin.”
“Ev êriş nikarin me rawestînin û bê deng bikin”
Bakrihan diyar kir ku ev êriş ne li dijî DEM Partiyê yan komekê ne, li dijî siyaseta demokratîk û nasname û nêrînên cuda ne û wiha berdewam kir:
“Ev êriş li dijî îradeya gelê Wanê ne. Ev êriş xizmeta dijmintiya Kurdan û cudakariya civakî dikin.
Ev êriş nikarin me rawestînin û bê deng bikin. Em bi ti awayî dest ji doza xwe ya mafdar bernadin.”
Li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê doh bi beşdariya xelkê, girtina welatiyên Kurd ên govend gerandibûn hat protestokirin û govend hat gerandin.
Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girt û xelk belav kirin.
Îro demjimêrên sibehê jî polîsan bi ser malên hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt de girtin û her duyan desteser kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin