PeyamaKurd – Li welatê Awustralyayê di encama ketina balafirekê bi ser çiyayên Wettersteinê de, 3 kesên di balafirê de bûn can dan
Li gor agahiyên medya herêmê, balafira biçûk li nêzî bajaroka Leutasch a eyaleta Tirol a Awusralyayê li dorûbera Çiyayên Wettersteinê ketiye.
Polî Tirolê ji rojnameya Tageszeitungê re ragihandiye, li gorî zanyariyên destpêkê hersê kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane û niha lêkolîn li ser sedema wê balafirê tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin