PeyamaKurd - Balafirên şer ên Brîtanyayê di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê ya Hevpeymaniya Navnetewî binkeyên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran kir.
Hikûmeta Brîtanyayê bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, artêşa welatê wan bi du balafirên şer ên cureya Taifon, roja 10ê mehê êrîşî binke û baregehên DAIŞê yên nêzîkî Xurmatûyê kirin.
Di sala 2020an de yekemîn êrîşa asmanî ya balafirên Brîtanyayê ku bi ser DAIŞê de encam dide. Balafirên şer ên Brîtanyayê herî Îlon a sala 2019an êrîşên ser binkeyên DAIŞê dabûn rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin