Balafirên Rûsî li Idlibê kargehên gaz û petrolê bombebaran kir

Balafirên Rûsî li Idlibê kargehên gaz û petrolê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Adarê balafirên şer ên Rûsyayê li Idlibê, kargeha gazê û kargeheke benzînê ya di destê HTŞê (Heyet Tehrîr Şam) de bombebaran kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku avahî û navendên li şirketa "Weted" û benzînxaneya li derdora bajarê Sermed ê sînorî bi Lîwa Iskenderon ê gundewarê Idlibê hatine bombebaran kirin.

Li gorî hatiye diyakirin, piştî êrîşê şewateke mezin çêbûye û ziyaneke mezin gihîştiye wan kargehan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin