Balafirên ser ên Tirkiyê Zinarê Kêstê bomberan dikin

Balafirên ser ên Tirkiyê Zinarê Kêstê bomberan dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê, îro êvarê careke din dest bi bombebarana Zinarê Kêstê yê li sînorê Kanî Masî ya Duhokê kirin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, îşev balafirên şer ên Tirkiyê bi dijwarî Zinarê Kêstê bombebaran dikin ku heta amadekirina vê nûçeyê jî bombebaranê berdewam dikir.

Artêşa Tirkiyê di operasyona dijî PKKê ya nav xaka Herêma Kurdistanê de, gelek caran Zinarê Kêstê bi hinceta hebûna PKKê bombebaran dike ku tenê di van çend hefteyan de 5 gundên deverê ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine valakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin