Balafirên Tirkiyê dora Sîdekanê bombebarn kir

Balafirên Tirkiyê dora Sîdekanê bombebarn kir

PeyamaKurd-Li başûrê Kurdistanê li nahiya Sîdekanê ku dikeve ser Hewlêrê, li devera Bradostiyan, balafirên artêşa Tirkiyê yên bi ser hêzên hewayî de, deverê bombebaran kirin. Rêvebirê nahiya Sîdekanê İhsan Çelebi bo çapemeniya Kurdistanê ragihandiye ku balafireka Tirkiyê çiyayên di nav sînorê Bradostiyan de bombebaran kiriye. İhsan Çelebi weha gotiye:

“Piştî siet 4 ê piştî nîvro balafirek Tirkiyê piştî yek siet li deverê geriyaye, gundên Xelîfa û Geliyê Reş bombe kir.”

Çelebi ragihand ku bi sedema di vê demsalê de xelk li deverê nîne, ziyana mal û can nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin