PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê, li ser êrîşên vê dawiyê yên ser nivîsgeh û ofîsên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.
Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê, nîgereniya xwe ya bo êrîşên ser ofîsên ENKSê ji aliyê ‘Ciwanên Şoreşger’ ve nîşan da û banga rawestandina wan êrîşan kir.
Balyozxaneyê herwiha, daxwaz ji hemû aliyan kir li hember daxwazên aştiyane yên gele Sûriyê tundiyê bikar neyinin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin