PeyamaKurd – Bi sedema wefata siyasetmedar Nimetullah Epözdemir ê birayê Şakir Epözdemir, baregayê serok Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê da Şakir Epözdemir. Di peyamê de serok Barzanî sersaxiyê ji bo Şakir Epözdemir, malbatê, mirov û dostê wî xwest. Payama baregeha serok barzanî wehaye:
“Bi navê xwedayê mezin,
Rêzdar Şakir Epözdemir,
Bi dilekî xemgîn me wefata birayê te, kesê li Bakûrê Kurdistanê naskirî ya Nimetullah Epözdemir bihîst. Em ji bo merhûmê têkoşer, malabata wî ya berxwedêr, mirov û dostên we sersaxiya xwe radigihînin û em hevparê xema we ne.
Xwedê rehmetî Nimetullah Epözdemir ji bo bihişta xwe qebûl bike û ji bo hezkiroxên we sebr û aramiyê dixwazin.
Înna Lîllah we înna îleyhî racî’ûn.(Em ji Xwedê hatine û em dadigerin Xwedê.)
Şakir Epözdemir yek ji 5 damezrênerên PDK a Tirkiyê ye ku di sala 1965 an de li Diyarbekirê avakiribûn. Bi malbatî di nav doza welat demezin bûne û heya îro sozdariya xwe ya dozê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin