Parlementoya Awrûpayê 3.8 mîlyar Euro qebûl kir

Parlementoya Awrûpayê 3.8 mîlyar Euro qebûl kir

PeyamaKurd- Parlementoya Awrûpayê bo tedbîrên li dijî koronavîrusê bi miqdarê 3.8 mîlyar Euro budçeyekî tesdîq kir. Biryar di civîna giştî ya li Brukselê de hat qebûl kirin.

3.8 mîlyar Euroyê ku hat qebûlkirin bo stoka xizmetên ku parastina ji kovid-19 ê destek bike, weka cilên xweparastinê, cîhazên nefesê, avakirina nexweşxaneyên nûh yên demkî, neqilkirina nexweşan bo derveyê sînore ku ji budçe ya Yekîtiya Ewrûpayê hat veqetandin.

Biryareka dinê jî ya civîna giştî ew bû ku budçeyeka dinê bo rizgarkirina wan welatên ku Kovid-19 li aboriyan tesir kiriye hat qebûlkirin lê pêdivî bi çavkaniyên din hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin