PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Yenişehirê, li taxa Benûsenê mewlûdekî hat dayîn û di mewlûdê de kesên ku tevlî wê bûn, ji wan 37 kes bi nexweşîna Kovid-19 ê ketin.
Di serî de kesekî di dema xwendina mewlûdê de nexweş dikeve û seredana nexweşxanê dike. Tê de Kovid-19 tê tesbîtkirin ji ber testa wî posîtîv dertê. Tîmên fîlyasyonê temamê ew kesên ku tevlî mewlûdê bûne tesbît dikin û testên wan tên kirin. 36 kesên ku bi nexweşê ewil re têkilî kirine, tesên wan posîtîv dertên.
Her 37 kesên ku testên wan posîtîv derketine, tîmên tenduristiyê wan dibin nexweşxaneyên Fakulte ya Tib ê ya Dîcle û Nexweşxane ya Gazî Yaşargil ya Perwerdê û Lêkolînê bo tedawiyê an ku dermankirinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin