PeyamaKurd – Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ku li welatê wî vîrûsa koronayê herî zêde can standine û hîn jî têkoşîneke xurt li dijî wê nexweşînê didin, bi rêya Facebookê gotareke banga netewî pêşkeş kir.
Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) 793 kesan di 24 saetên dawî de can daye û hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirine gihîştiye 4 hezar û 825 kesan ku li seranser dinyayê di rêza yekem de ye.
Giuseppe Conte, di gotara xwe de bal kişand ser ku ew ji destpêkê ve şefaf tevdigerin û ti tiştekî gel venaşêrin û got: “Îtalya ji dema şerê duyem ê cîhanê ve rûbirûyî krîza herî dijwar e.”
Conte da zanîn ku rêkarên wan kirine cidî ne û ti alternatîveke din jî nîne ku ji bo rewşê bibînin hinek dem ji wan re lazim e.
Serokwezîrê Îtalya dubare bang li gel kir ku li malên xwe bimînin û dernekevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin