PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê li şûna Ebû Mehdî Muhendîs ku Cigirê Serokatiya Heşda Şeibî ya Iraqê bû û digle Qasim Suleymanî li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, Ebdulezîz Ebû Fedek tayîn kir.
Rayedarekî Heşda Şeibî bi navê Ebu Elî El Besrî ji ajansa fermî ya Îranê re ragihandiye ku li şûna Muhendis Ebu Fedek bo cîgirtiya serokatiya Heşda Şeibî hatiye erkdar kirin.
Besrî herwiha daye xuyakirin ku biryar di nav Heşda Şeibî de hatiye wergirtin.
Li gorî zanyariyan Ebu Fedekê hatiye şûna Muhendis bixwe jî fermandarekî Hizbullaha Iraqê ye ku beriya niha binkeyên wan ji aliyê Amerîka ve hatibûn lêdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin