Mustafa Hicri: “Em li benda bersiva Tehranê ne”

Mustafa Hicri: “Em li benda bersiva Tehranê ne”

PeyamaKurd-Rêxistina Norwecî ya bi navê “Navenda Çeresrekirina Pirsgirêkan” (Noref), 2 sale ku di navbera Tehran û partiyên Kurdistan a Îranê de diçe û tê. Li gor ragihandina Navenda Desteka Partiyên Rojhilat, bo hevdîtin destpêbikin, şertên xwe yên pêş pêşkêşî rêvebiriya Tehranê kirine. Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê Mustafa Hicrî bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Heya niha em bi Komara Îslamî re nehatine asta diyalogan. Navenda Norwecê bo şareseriyê, bo me pêşniyarên xwe kir. Em jî weka navenda Destekê me fikrên xwe got. Em niha li benda bersiva Tehranê ne.”

Propagandeya ku Tehran dibêje bi partiyên Kurd re dest bi hevdîtinan kirine, ji aliyê medya Îranê de belav bû bû. Rêberê ayînî jî mijara destpêkirina hevdîtinan tesdîq kiribû ku ev jî tê vateya di bin çavdêriyeka fermî de, dê ev pêvajo bajo. Berpirsê Partiya Şoreşger û Zahmetkêşan Salih Şerîfî jî mijarê weha ragihandiye:

“Em weka prensîb rêya lihevhatinê rast dibînin û her dem bi diyalogê bawerin. Lê di demên dawiyê de tiştên ku tên kirin, ne diyaloga rastteqîne ye. Tenha bo destpêkirina pêvajoyê dayîn û sitendina fikrî hat kirin. Hevdîtina me ye bi Îraniyan re ne bo liehvkirinê bû. Bo gelo em dikarin bi rêya lihevkirinê mesela Kurda bi Îranê re çareser bikin an  na?”

Li gor agahiyan; heyeta ku bo hevdîtinan ji aliyê Îranê de hatiye avakirin, li ser serê wê Muhammed Kazım Secadpur heye. Secadpur demekî cîgirê nûnerê Îranê yê li Neteweyên Hevgirtî bû. Partiyên Rojhilat gotine ku hevdîtina wan bi Secadpur re raste lê ew ne nûnerê Îranê ye.

Îran dixwaze pêvajoyê bi dizî bimeşîne û ev jî hevdîtinên bi Dr. Abdurrahman Qasemlo re yên li Viyanayê tîne bîra Kurdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin