PeyamaKurd - Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Xenî diyar kir ku heke Talîban bixwaze ew dikarin bi wan re agirbestê bikin.
Xenî di hevdîtina ku li paytext Kabulê bi Rêwiyên Aştiyê re kir de destnîşan kir ku Talîban li ku derê bixwaze ew dikarin bi wan re hevdîtinên aştiyê bikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Xenî got ku heke Talîban bixwaze ew dikarin agirbesteke bi qewlê salekê bi wan re îmze bikin û ragihand ku li ku derê û çi çaxê bixwazin ew ji bo aştiyê amade ne ku bi wan re hevdîtinê bikin.
Xenî bangî pêşengên Talîbanê kir û got: "Hûn jî Efxan in, kerem kin, em pirsgirêkên xwe di nav xwe de hel bikin."
Serokê Dewleta Efxanistanê Xenî ragihand ku rêyên hilbijartinê vekirîne û tu xêrek ji şer dernakeve.
- Biryara agirbestê
Serokê Dewleta Efxanistanê Xenî di daxuyaniya berê dabû de gotibû ku heta 20ê hezîranê bi Talîbanê re agirbest hatiye kirin û di roja dudoyê eydê de jî got ku biryara agirbestê ya bi Talîbanê re heta demeke nediyar hat dirêjkirin.
Talîban ji sala 2001î ya dagirkeriya Amerîkayê heta niha cara ewil e ku agirbestê îlan kir û ji bo 3 rojên Eyda Remezanê agirbest îlankiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin