Misilmanbûna yarîzana jin li Swêdê bû rojev

Misilmanbûna yarîzana jin li Swêdê bû rojev

PeyamaKurd - Rojna Anderssona kaleparêza Tîma Neteweyî ya Jinan a U19an a Swêdê bû Misilman û di rojeva welêt de cih girt.

Anderssonê di hevpeyvîna ku da rojnameya Aftonbladetê ya li Swêdê xwedî tîrajek zêde ye de got, piştî bû Misilman malbata wê di serî degelek kesan bertek nîşanî wê da.

Di hevpeyvîna xwe de Anderssonê got: "Bi nezanî bi min re xeber didin û gotinên nexweş gotin lê ez ji ber ku bûme Misilman serbilind im."

Anderssona yarîzana tîma Fitbolê ya Jinan a IK Uppsalayê diyar kir ku piştî ew bû Misilman gelek hevalên wê jî Dînê Îslamê meraq kirin û wiha axivî: "Piştî ku ez bûm Misilman min ferq kir ku min oleke baş hilbijartiye. Ez ji her tiştê di Quranê de cih digire bawer dikim. Ez bi Xwedê zanim û alîkariya dide min jî hîs dikim. Ez şert û mercên baweriya xwe bi cih tînim û di meha Remezanê de jî ez ê rojî bigirim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin