PeyamaKurd – Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Faîk ragihand, 179 koçberên din ên navxweyî vegeriyane herêmên xwe.
Wezîr Faîk diyar kir, 179 penaberên din ên ji kampa pêncemîn a Cîdde ya Mûsilê vegeriyane malên xwe yên li Kerkûk û Mûsilê.
Faîk destnîşan kir, vegerandina koçberan di çarçoveya bernameya "vegerandina malbatên koçber ji bo malên xwe" de hatiye kirin.
Wezîra Koç û Koçberan Faik roja Çarşemê ragihand, 1650 penaberên din ji Mûsilê vegeriyane malên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin