PeyamaKurd – Li navçeya Solhan a Çewlikê bi hêza 4,2 erdhejek pêk hat.
Li navçeya Solhan a Çewlikê saet di 07:57an de bi pileya 4,2 erdhejek pêk hat.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navçeya Solhan a Çewlikê bi hêza 4,2 erdhejek pêk hat.
Erdhej di kûrahiya 13,29 kîlometre dûrî erdê de pêk hat.
Piştî 2 erdhejên li Mereşê, li herêmê dem bi dem erdhej didome.
Do li navçeya Genç a Çewlikê ku ji ber erdhejê bandor bû, erdhejeke bi pileya 4,1 pêk hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin