PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê polîtîka ewlehiyê û têkiliyên karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell piştî civîna wezîrên karên derve yên YAyê ragihand ku dibe YA nikaribe hedefa xwe ya dayîna 1 milyon guleyên topan ji bo Ûkraynayê, di 12 mehan de bi cîh bîne.
Berya niha, endamê ji bazara YAyê ya hundir berpirs Thierry Breton ku gotibû dikarin 1 milyon gule hilberînin, li ser gotina wî Borrell got:
“Gotina Breton nayê vateya ku em ê heya Adara bê, em ê bibin xwediyê 1 milyon guleyên topan. Hilberîna 1 milyon jimare li ser sîparîşa endamên YAyê ne û heya niha Fransa û Almanya sîparîşa 180 hezar guleyan dane. Şerê Rûsya û Ûkraynayê dirêj kir û divê YA desteka xwe ya ji bo Ûkraynayê dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin