Elon Musk ji hebûna Covid-19 bawer nake: Ji 4 testan 2 pozîtîf  2 jî negatîf derketin

Elon Musk ji hebûna Covid-19 bawer nake: Ji 4 testan 2 pozîtîf  2 jî negatîf derketin

PeyamaKurd – Milyardarê xwedî û CEOyê kompaniyên SpaceX û Teslayê Elon Musk da xuyakirin ku wî di nav 24 saetan de 4 testên koronaya nû Covid-19 çêkirine û ji wan du pozîtîf du jî negatîf derketine.

Elon Muskê ku ji destpêka pandemiya vîrusa koronayê ve baweriya xwe bi hebûna wê nexweşiyê nayîne bi 4 testên xwe bal kişandiye ser şik û gumanên li ser pêbaweriya testên koronayê û gotiye, testên wî kirine di nav rojekê de li heman cihî û bi destê heman perasterê hatine kirin.

Musk bal kişandiye ser ku di mijara koronayê de tiştên sextekarî pêk tên û diyar kiriye, wî piştî wan 4 testan li hin laboratuarên din jî test kirine û niha li benda encama wan e.

Milyardarê Amerîkî Elon Musk ku bi zîrekiya xwe tê naskirin û xwedî kompaniyên teknolojiya herî pêşketî ye, ji destpêka pandemiyê ve baweriyê bi wê nexweşiyê nayîne û dibêje, tiştekî sextekarî di wê meselê de heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin