PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Hevbendiya Şaristanan a Neteweyên Yekbûyî (UNAOC) Miguel Angel Moratinos, şewitandina Qurana Pîroz a li ber mizgeftê ya li Stockholma paytexta Swêdê, bi tundî şermezar kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê UNAOCê ve hat dayîn, Miguel Angel Moratinos şewitandina Qurana Pîroz a li ber Mizgefta Stockholmê ya li paytexta Swêdê bi tundî şermezar kir.
Hat zanîn ku Moratinos destnîşan kir ku ev kiryara hovane, li misilmanên ku Cejina Qurbanê pîroz dikin bêhurmetiyeke mezin e.
Moratinos diyar kir ku azadiya derbirînê girîng e, lê bêhurmetiya pirtûk, cih û sembolan nayê qebûlkirin û got, "Kiryarên bi vî rengî dibin sedema tundiyê."
'Ez bi tundî şermezar dikim'
Moratinos bal kişand ser girîngiya hurmeta dualî ya ji bo civakên adil û wiha got, "Ez şewitandina Qurana Pîroz a li ber mizgefteke li Stockholma paytexta Swêdê bi tundî şermezar dikim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin