Banka Navdewletî ji bo qeyrana xurekê kete tevgerê

Banka Navdewletî ji bo qeyrana xurekê kete tevgerê

PeyamaKurd – Banka Navdewletî ya Cîhanê (World Bank-WB) ji bo destwerdana qeyrana xurekan a li cîhanê rû daye bike, kete nav tevgerê.

Li gorî daxuyaniya WByê, Banka Navdewletî ji bo qeyrana xurekê ya li cîhanê ya nav 15 heyvan çareser bike, 30 milyar dolar dê bê terxan kirin.

Hat diyarkirin ku li gorî plana destwerdana qeyranê ya Banka Navdewletî, wê di warên çandinî, xwarin, av û avdanî û parastina civakê proje werin amadekirin û destwerdan li krîza ewlehiya dabînkirina xurekê bê kirin.

 Herwiha li gorî planê, wê ji bo pêşxistina sîstemên xurekê, hilberîn, gubre, hêsankariya bazirganî û malbatên hejar jî hewldan bêne kirin.

Banka Navdewletî ragihandiye ku wê ji bo 12 milyar dolaran bi hevkariya welatan proje werin amadekirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 18,7 milyar dolarê Banka Navdewletî ji bo dabînkirina xwarinê hatiye terxankirin û ew dê amûrên din ên fînansê jî di van xebatên nehiştina qeyrana xurekê de bikar bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin