PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê serokê Amerîkayê ku ji têkoşîna li dijî DEAŞê berpirse, Brett McGurk ragihand ku bo di van rojên pêşiyê de, bo damezrandina hukumeta nû ya Bexdayê wê Iraq biryarên girîng bide.
Brett McGurk weha dewam kir: “Birayên me yên Iraqî û hevkarên me wê van biryaran bidin û wê hukumeteka ku sadiqê makezagonêye dê bê avakirin.”
McGurk li Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, seredana YNKê kir. Civîna bi YNKê re bo çapemeniyê girtîbû lê piştî civînê berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar bi McGurk re derket ber çapemeniyê û McGurk got ku ew bawerin ku Iraq ber bi avakirina hukumeteka serbixwe, desthilatdar û xurt diçe.
Berpirsê YNKê Mela Bextiyar jî got ku avakirina hukumeta Bexdayê bi piranî zelal bûye û wext hatiye ku Kurd jî biryara xwe ya dawiyê bidin. Bextiyar di dewama axaftina xwe de got ku bi awayeka ji dil hevdîtinên wan û PDK ê dimeşin, di her halî de divê bi hevre tevbigerin û bo serokkomariyê pêwiste yek namzetekî nîşan bidin.
McGurk ji hilbijartinên 12 ê gulanê û heya niha bi merkeza Iraqê û herêma Kurdistanê re, bi hemû partiyan re di nava têkiliyan de ye da hukumeteka nêzî Amerîkayê bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin