Amerîka li dijî Siûdiyê gaveke nû diavêje

Amerîka li dijî Siûdiyê gaveke nû diavêje

PeyamaKurd - Hakimekî Amerîkayî destûr da ku di bûyera 11ê Îlonê de li dijî Erebistana Siûdiyê doz were vekirin.

Hakimê herêmî yê Manhattanê George Daniels, daxwaza Erebistana Siûdiyê ya li ser girtina dosyeya 11ê Îlonê red kir û biryar da ku malbatên kuştiyên rûdanê der heqê Siûdiyê de dozê vekin û ji vî welatî tezmînatê bistînin.

Ev mijar di serdema Barack Obama de jî li navbera Amerîka û Siûdiyê bûbû sedema krîzê.

Li gor dê 25 hezar mexdûrên ku xizmên kuştiyan, birîndar û xwediyê dikanan in bikaribin li dijî Siûdiyê dozê vekin.

Di êrişên 11ê Îlonê de nêzîkî 3 hezar kes hatibûn kuştin û ji 19 êrişan 15 jê welatiyên Siûdiyê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin