PeyamaKurd- Wezîrê karên bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper bo çapemeniyê ragihand ku ji bûyerên îşxala sefareta Amerîkayê ya Bexdayê Îran berpirse û ger Hîzbûllah êrîşê berjewendiyên wan yên Iraqê bike, wê bikin ku ji kiryarên xwe poşman bibin.
Esper her weha ragihand ku ji niha û pê de wê mîlîsên bi ser Îranê ve bêhtir êrîşan bikin. Esper weha got:
“Mîlîsên ku bi ser Îrane ve ne, bi mehaye ku plana êrîşan dikin. Eger ew car din êrîşê berjewendiyên me bikin, em ê bikin ku poşman bibin.”
Esper got ku Îran êrîşa ser sefaretê îdare kiriye, destek kiriye û ji niha û pê de wê bersiva tehdîdan bidin. Esper di encama axaftina xwe de weha got:
“Bo parastina hemwelatiyên Amerîkayê û hêzên Amerîkayê wê gavên pêş bên avêtin. Êdî leystik guheriye. Pêdivî bi çi hebe dê ew bêkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin