Rojava | Jin û zarokên DAISî yên xwestin birevin hatin girtin

Rojava | Jin û zarokên DAISî yên xwestin birevin hatin girtin

PeyamaKurd – Li gorî rayedarên Rêveberiya Rojava piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, hewldanên revê yên jinên DAIŞê yên di kampa Holê de zêde bûne ku heta niha zêdetirî 635 kesan ketine nav hewla revê û hatine girtin.

Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojava hejmarek jinên DAIŞî yên kampa Holê ku dema hewl dan tevî zarokên xwe birevin desteser kirin.

Çavkaniyeke ewlekariyê ji kampê ji medya Rojava re ragihandiye ku jinên ku hewl dan birevin hejmarek ji jinên Rûsî, Tirkmenistan û Kazaxî bûn.

Herwiha hêzên ewlekariya hundirîn, kesên ku revîna jinan ji hundirê kampê hêsan kirine jî girtin.

Berpirsên kampê dane zanîn ku ji despêka êrîşên Tirkiyê yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê wan hewildanên revê yên zêdetirî 635 kesan ji malbatên terorîstên DAIŞê ji kampê vala derxistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin