PeyamaKurd – Erdhejên piştî herdu erdhejên mezin ên Mereşê, berdewam dikin. Îro danê sibehê li Deryaya Spî di Kendava Antakya de bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû rû da.
Li gorî Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) îro Yekşemê, li demjimêr 05:26 li Kendava Antakya ya Derya Spî bi pileya 4.5 erdhejek çêbû.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê ji zemîna erdê 13.29 km ye û 3.25 kîlometre nêzîkî navçeya Samandagê a Hatayê ye.
Li gorî pispor û zanistên erdhejê, dibe ku erdhejên domahîk ên piştî herdu erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7.8 û 7.5 heta çend mehan jî berdewam bikin ku dê bi demê re hêza wan kêmtir bibe.
Ji 6ê Sibatê ve heta niha zêdetirî 9 hezar erdhejên domahîk çêbûne ku ev jî dibe sedema tirsê nav mexdûrên erdheja mezin de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin