PeyamaKurd - Şandeke Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê îro serdana Tirkiyê kir û Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, ew şande wê serdana bajarê Rihayê jî bike.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB( di daxuyaniyekê de ragihand, Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê, General Twitty û şandeke pê re îro serdana Tirkiyê kir û li Enqere bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtinek pêk anî.
Di daxuyaniyekê de tê gotin, ew şanda leşkerî ya Amerîkayê dê ji bo dîtin û şopandina karûbarên avakirina navenda operasyonên hevbeş a ji bo damezirandina herêma ewle serdana Rihayê bike.
1. ABD ile koordineli Suriye kuzeyinde tesis edilmesi planlanan Güvenli Bölge kapsamında; Şanlıurfa'da kurulacak Müşterek Harekat Merkezinin faaliyete geçirilmesine yönelik çalışmalara devam edilmektedir.https://t.co/XLx6h9Wofv#MSB #TSK
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) August 15, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin