PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, babeta rewşa devera Zînî Wertê di medyayê de gelek hatiye mezinkirin û pirsgirêk evqas mezin nîne û dê were çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew hêzên ku çûne Zînî Wertê hêzên Wezareta Pêşmerge ne û Wezareta Pêşmerge wezareta tevahiya Kurdistanê ye.
Serokê Herêmê teqez dike ku divê em yêkrêziya xwe biparêzin û û ti aloziyeke mezin çênebûye ku neye çareserkirin. Hemû alozî û kêşê dê bêne çareserkirin.
'Zêdetir aloziyeke çapemeniyê ye'
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, ev aloziya li Zînî Wertê behsa wê tê kirin, zêdetir aloziyeke çapemeniyê bû tiştekî wisa mezin nebû.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew hêzên Pêşmerge ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa koronayê bûn û alîkariyên ku bo Rojava hatin şandin, alîkariyên mirovî bûn, ne yên siyasî.
'Divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve'
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku li tiştek bi navê du birêveberiyan li Herêma Kurdistanê nîne û ew dê rê nedin tiştekî bi vî awayî û got:
“Ti rewatiyeke PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û derfeta wê yekê jî bi PKKê nayê dan, PKK divê ji Herêma Kurdistanê derkeve û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêneke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin